Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê: Sala bê dê asta bazirganiyê bigihê asta beriya şerê DAIŞê

.

Berpirsekî Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Kurdistanê ragihand, sala 2020 asta bazirganiya Kurdistanê gihîşt 25 milyar dolar.

Berdevkê wezareta bazirganî û pîşesazî ya Kurdistanê, Fethî Mihemed ji BasNewsê re got, asta bazirganiya Kurdistanê îsal dilxoşker bû, bi taybet di warên xorak û tenduristiyê de.

Fethî Mihemed her wiha got, asta bazirganiya Kurdistanê di sala 2020 de gihîşt 25.5 milyar dolar. Ev jî asteka baş e li gorî şert û mercên îsal.

Wî berpirsê hikûmetê anî ziman, eger aramiya siyasî û aborî heye sektora taybet dikare zêdetir geş bibe û asta bazirganiyê zêdetir bilind dibe û got, em pêşbînî dikin sala 2021 asta bazirganiyê bilindtir bibe û bigihê asta beriya şerê DAIŞê.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?