Weşanxaneya Avesta bo Xelata Prix Voltaire bûye namzed

Weşanxaneya Avestayê ku 25 sal e weşana pirtûkên derbarê Kurdan de dike, ligel 4 weşanxaneyan bo xelata bo “Xelata Prix Voltaire” weke namzed hat nîşandan.

Navenda Nûçeyan - Weşanxaneya Avesayê ku ki Tirkîyê  û Bakurê Kurdistanê weşangerîyê dike, ligel çar weşanxaneyên din ji alîyê Yekîtîya Weşanên Navdewletî (IPA)  îsal bo “Xelata Prix Voltaire”, weke namzed hatr nîşandan.

Yekîtîya Weşanên Navdewletî, li ser malpera xwe navên weşanxaneyên ku bo xelatê namzedin belav kir û ragihand ku  Komîsyona Azadîya Weşanê (FtPC)  ji kesên ku bo fînale mane û yê herî dawî yê ku xelatê qezenc bike, ji van xebatan berpirsîyar e.

IPA herwiha destnîşan kirîye ku ji welatên weke Arjantin, Misir, Almanya, Îtalya, Norvêç, Tayland, Tirkîye û Amerîkayê dê 9 kes di Komîsyona Azadîya Weşanê de cih digirin.

Navên weşanxaneyên bûne namzedê Xelata Prix Voltaire ev in: Weşanxaneya Avesta (Tirkîye), Weşanxaneya Bay Chong Ton Sin (Malêzya), Weşanxaneya Lîberal (Vietnam) û Weşanxaneya Maktaba Danîyal (Pakistan).

Biryar e Xelata Prix Voltaire 2020 di navbera 28-30ê Gulanê de li Kongreya Weşangeran a Navdewletî di merasîmeke taybet de were eşkerekirin.

IPA hersal xelata Prix Voltaireyê dide wan weşanxaneyên tûşî astengî û sansûran dibin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?