Wê li 10 cihên dîrokî dengê stran û muzîka kurdî olan bide

DTSO  bi navê “Dengê Raborî; Konserên Amîda” organîze dike. Konsera ewil wê li Şikeftên Hesûnê yên li navçeya Farqînê  were lidarxistin.  

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi navê “Dengê Raboriyê; Konserên Amîda” rêze konseran dide destpêkirin. Konser ango ev çalakiyên hunerî li 10 cihên dîrokî tên lidarxistin. Konsera ewil wê li Şikeftên Hesûnê were lidarxistin. Konser bi rêya platformên dîjîtal tên lidarxistin û weşandin. 

Di konesra ewil a li Şikeftên Hesûnê ku dê di 16’ê cotmehê roja înê saet 20.00’an de were lidarxistin, dê dengê santur, keman û def û her wiha kilamên dengbêjan dê olan bidin. 

Piştî şikeftê Hesûnê, dê li Keleha Zerzevanê jî piyano were guhdarkirin. Li Erxeniyê dê orkestraya rîtmên xwezayî hunera xwe nîşan bide û li Birca Keçikê jî dê Şahiya Tembûrê were lidarxistin.  

Cîgirê Serokê DTSO’yê Ercan Tayinlamak derbarê van rêzekonseran de anî ziman ku Amedê ji dema bihûrî heta roja me ya îro gelek aliyên wê çandî nayên zanîn û ew dixwazin mazûvaniya danasîna vê çanda cuda û kevnare bikin. 

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir