Wan- 4 rojnameger hatin desteserkirin

Îro roja sêşemê 06.10.2020an li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser Ofîsa Ajansa Mezopotamyayê de girtin û 4 rojnamevan desteser kirin.

Ajansa Mezopotamyayê belav kiriye serê sibehê polîsan bi ser ofîsa wan a li Wanê gû malên rojnamevanan de girtiye û peyamnêrên wan Adnan Bilen û Cemil Ugur ligel peyamnêra Jinnewsê Şehriban Abî û Nazan Sala desteser kiriye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, polîsan dest danîne ser kamera û kelûpelên teknîkî yên rojnamevanan.

Yek ji rojnamevanên desteserkirî Cemil Ugur e ku nûçeya “Gundiyên ji helîkopterê hatine avêtin” çêkiribû.

Di nûçeyê de dihat gotin ku Servet Turgut û Osman Şiban hatine îşkencekirin û ji helîkopterê hatine avêtin. Servet Turgut li nexweşxaneyê 20 rojan di jêr çavdêriya hûr de mabû û piştre canê xwe ji dest dabû.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê