TTB: Li Tirkiyê di hefteyekê de 20 xebatkarên tendirustiyê canê xwe ji dest dane

.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TBB) eşkere kir ku li Tirkiyê di yek hefteyê de 20 xebatkar û karmendên tendirustiyê bi Coronayê canê xwe ji dest dane.

Yekîtiya Pizîşkên Tirk li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku di hefteyekê de 20 karmend û xebatkarên tendirustiyê canê xwe ji dest dane.

TBBê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Ji ber polîtîkayên dûrî şefafiyet, eqil û zanist, roj li pey roj, deqîqe bi deqîqe dimrin. Me di 1 hefteyê de 20 xebatkarên tendirustiyê ji ber Covid-19ê ji dest dan.”

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiyê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 13 hezar û 558 kesan bi Coronayê canê xwe ji dest dane, 494 hezar û 351 kes bi Coronayê ketine û rewşa tendirustî ya 5 hezar û 11 nexweşan jî xirab e.

Herwiha heta niha 400 hezar û 242 pêketî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baş bûne û 18 milyon û 415 hezar û 363 testên Coronayê hatine kirin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?