Trump: Me Maduro û hevjîna wî girtin

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan operasyoneke mezin li Venezuelayê pêk aniye û Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî girtine.

Îro li Caracasa paytexta Venezuelayê gelek dever hatin bombebarankirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan operasyoneke mezin li Venezuelayê pêk aniye.

Trump diyar kir ku êrişên li Venezuelayê ji aliyê Amerîkayê ve hatine kirin Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî girtine.

Donald Trump destnîşan kir ku ev operasyon bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê hatiye kirin û got:

"Amerîkayê bi serkeftî êrişeke berfireh li dijî Venezuela û serokê wê Serok Nicolas Maduro pêk anî ku ew li gel hevjîna xwe hat girtin û bi balafirê ji welêt hat derxistin.

Ev operasyon bi hevahengiya Hêzên Ewlehiyê yên Amerîkayê hat kirin.

Hûrgilî dê werin."

Trump her wiha ragihand ku ew dê bi dema herêmî demjimêr 11:00an (bi dema Hewlêrê demjimêr 19:00an) li koşka xwe ya Mar-a-Lagoyê ya li Floridayê konferanseke rojnamegeriyê li dar bixe.

Siyaset Haberleri

Albert von Wittke: Divê hikûmeta nû ya Kurdistanê bi lez bê avakirin
BEXDA - Fraksiyonên PDK û YNKyê li ser yekdengiya Kurdan civiyan
PDK-Îyê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwenîşanderên li Îranê bikin
Dadgehê serlêdana Ahmet Turk red kir, wezaretê dema qeyûm dirêj kir
Venezuela: Êrişa Amerîkayê binpêkirina yasayan e