Tom Barrack: Me bi destê xwe Iraq pêşkêşî Îranê kir

.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo Sûriyeyê Tom Barrack, perde ji ser şaşiyên stratejîk ên welatê xwe yên li Iraqê rakir û rexneyên tund li siyaseta rêveberiyên berê yên Koşka Spî girtin.

Barrack di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "The National" ragihand, siyaseta rêveberiya berê ya Amerîkayê bûye sedema bihêzbûna pêgeha Îranê li navçeyê.

Barrack destnîşan kir, çêbûna "valahiya desthilatê" li Iraqê, derfeteke zêrîn da Tehranê û wan ew valahî tije kirin. Derbarê sîstema siyasî ya Iraqê de jî, berpirsê Amerîkî mikur hat û got: "Me şaşiyeke mezin kir, ku di encamê de bandor û hejmona mîlîşyayên nêzîkî Îranê di nav parlamentoyê de zêdetir bû."

Nûnerê Amerîkayê rewşa niha ya hikûmeta Iraqê wekî "mînakeke têkçûyî" binav kir ku divê Amerîka dersê jê werbigire.

Derbarê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de jî, Barrack nêrîneke balkêş anî ziman û got: "Sûdanî mirovekî jêhatî ye, lê ti desthilata wî nîne."

Herwiha Barrack sedema vê bêdesthilatiya Sûdanî vegerand ser hejmona hêzên Heşda Şeibî û nûnerên wan ên li parlamentoyê û got: "Ew rêgir in li pêşiya proseya siyasî û nahêlin Sûdanî ti hevpeymaniyeke bibandor pêk bîne."

Berpirsê Amerîkî bi bêhêvîbûn behsa wê yekê kir ku Washingtonê di nava 20 salan de, bi trîlyonan dolar li Iraqê xerc kirin, lê encam ne baş bû û niha "gelek zehmet e" ku ew bikarin wê pirsgirêkê çareser bikin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir
Graham hişyarî da Şamê: Eger hûn êrişî Kurdan bikin em dê Cezayên Sezar vegerînin
Navenda Diyalog bo Hevkarî: Komara îslamî cinayetan li dijî mirovahiyê dike
Milîsên ser bi rêjîma Îranê li kuştin û tepeserkirina xwenîşanderan de rol hebûne
Mensûr li ser biryarnameya Şer got: ‘Sedam Hisên û Beşar Esed jî nêzîkatiyeke wiha nîşan dabû’