TMMOB: Bila biryara Kent Ormanî were rawestan!

Sekretera Koordinasyona Bajar a TTMOB’ê ya Amedê Dogan Hatûn, xwest biryara Wezaretê ya “Qada Avakirina Xaniyan” a li Kent Ormanî girtiye bê rawestandin

Sekretera Koordinasyona Bajar a TTMOB’ê ya Amedê Dogan Hatûn, xwest biryara Wezaretê ya “Qada Avakirina Xaniyan” a li Kent Ormanî girtiye bê rawestandin. Hatûn, xwest hêzên bajar jî bêdengiya xwe xera bikin û di pêşengiya şaredariyan de têkevin nava hewldanan.


Koordînasyona Bajar (ÎKK) ya TMMOB’ê ya Amedê, têkildarî Plana Îmarê ya li Kent Ormani ku qada 2 hezar û 946 dolim zevî ji “Qada Rezerva avahiyan” re vedike li pêş Şantiya Karê Fenê ya Şaredariya Peyasê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de nûnerên odeyên girêdayî TMMOB’ê nûnerê sendîkaya Herêmê ya DÎSK’ê Mehmet Şirin Gurbuz Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek kesên din amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nedin Qada Kent Ormani” vekirin.

Li ser navê komê Sekretera Koordinasyona Bajar a TTMOB’ê ya Amedê Dogan Hatûn, xwest biryara Wezaretê ya “Qada Avakirina Xaniyan” a li Kent Ormanî girtiye bê rawestandin. Hatûn, xwest hêzên bajar jî bêdengiya xwe xera bikin û di pêşengiya şaredariyan de têkevin nava hewldanan. 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?