Tirkiye û Îranê deriyên sînorî ji rêwiyan re girtin

.

Deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de yên ku dikevin navbera Tirkiye û Îranê ji bo çûn û hatina rojane hatin girtin.

Tenê destûr tê dayîn ku barhilgirên bazirganî derbas bibin.

Şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê de didome.

Ji ber şer, li gelek welatên Rojhilata Navîn geştên asmanî hatin betalkirin û li hinek welatan jî deriyên sînorî hatin girtin.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

Bolat ragihand ku her sê deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de bi awayekî dualî ji bo çûn û hatina rojane hatine girtin.

Kîjan derî hatin girtin?

Li gorî daxuyaniyê, Deriyê Sînorî yê Gurcîbulaqê yê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, Deriyê Sînorî yê Kapikoyê yê li navçeya Mehmûdiyê ya Wanê û Deriyê Sînorî yê Bajêrgeyê yê li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatine girtin.

Hat diyarkirin ku ev derî bi awayekî dualî ji bo çûn û hatina rojane ya rêwiyan hatine girtin.

Lê belê li her sê deriyên sînorî dê çûn û hatina barhilgirên bazirganî bidome.

Welatî dikarin vegerin welatên xwe

Her wiha welatiyên Îranê yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne, dikarin di her sê deriyan re derbasî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bibin.

Welatiyên Tirkiyeyê yên li Îranê jî dikarin vegerin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat got, heta niha li deriyên sînorî rewşeke awarte nîne û ew pêşhatan ji nêzîk ve dişopînin.

Bolat her wiha da zanîn ku wan ji bo egera hatineke zêde ya xelkê tedbîrên pêwîst wergirtine.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin