Tirkiyê topbaran kir û 3 HSD yî jiyana xwe ji dest dan

.

Li bajarokê Eyn Îsayê topavêjên Tirkiyê êrîş birin ser hêzên HSD ê û di encama topbaranê de 3 HSD yî canê xwe ji dest dan. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihandiye di encama topbarana hêzên Tirkiyê bo ser HSDê li gundê Meleqê û Eyn Îsayê şervanekî HSD ê miriye.

Her weha li gundê Fatsê yê li rojhilatê Eyn Îsa jî hêzên Tirkiyê deverê bombebaran kirin. Li vir jî du şervanên HSD canê xwe ji dest dan.

HSD di derbarê van êrişan de heya niha çi daxûyanî nedaye.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?