Tirkiyê peymana HSD û NYê bi tûndî şermezar kir

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser mafên zarokan peymanek îmze kirin

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser mafên zarokan peymanek îmze kirin, Wezareta Derve ya Tirkiyê berdek nîşan da û got, “Ev li ser navê NY geşedaneke xetarnak e, em bi tundî şermezar dikin.”


Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî (Ferhat Ebdî Şahîn) ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bo karûbarên Zarokan, Virginia Gamba li baregaha NY li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê ji bo qedexekirina bikaranîna zarokan di şer de îmze kiribû û HSDê soz da bû hemû keç û kurên temen biçûk ji nav hêzên xwe derxe.
Wezareta Derve ya Tirkiyê piştî belavbûna vê nûçeyê daxuyaniyek belav kir û got, Ev li ser navê NY geşedaneke bi tirs e, em bu tûndî şermezar dikin.”


Di daxuyaniyê de tê diyarkirin, ew rêkeftina ku bêyî agahdariya endamên ofîsa NY ya Cenevê bi fermandarê HSDê yê terorîstê PKKê Ferhat Abdi Şahin re hatiye kirin, li ser navê Neteweyên Yekbûyî geşedaneke gelekî xeternak e, em bi tundî şermezar dikin. Li ser mijarê em derhal di nav NYyê de ketine nav hewildanê.”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Stephane Dujarric, li ser peymanê daxuyanî da û ragihand, wan bi HSDê re planeke di derbarê rêgiriya bo biçekirina zarokan îmze kiriye û HSD dê hemû keç û zarokên temen biçûk ji nava rêzên xwe derxe.


 

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in