Tirkîye li Efrînê bircên telefonê hildiweşîne

Jinavbirina bircên herdu kompanyayên telefonên destî yên Sûriyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûye cihê nerazîbûna niştecihên vê herêmê.

Li gor çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê, bircên kompaniyên telefonên destî yên Sûrî, MTN Syria û Syriatel li herêma Efrînê ji aliyê desthilata ser bi Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ve hatine jinavbirin û niha tenê hêlên kompanyayên telefonî yên Tirkiyê li herêmê çalak in.

Wê çavkaniyê ragihand, jinavbirina bircên telefonan li herêmê bûye sedema qutbûna xizmeta telefonên Sûrî.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ev yek bûye cihê nerazîbûna niştecihên herêmê yên resen û herwiha erebên ku ji deverên din ên Sûriyê li Efrînê hatine bicihkirin.

Li gor heman çavkaniyê, bikaranîn hêlên Tirkî ji bo pêwendiyên telefonî pir buha ye û lewma êdî pir zehmet e niştecihên herêmê pêwendiyê bi kesûkarên xwe li deverên din ên Sûriyê bikin.

Roja pêncşema bihorî, grûpên çekdar li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bircên herdu kompanyayên telefonên destî yên Sûrî MTN Syria û Syriatel jinav birin.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?