Tirkiyê karwaneke din a leşkerî şand gundewarên Idlibê

.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyê karwaneke din a leşkerî derbasî gundewarên parêzgeha Idlib a Sûriyê kir.

Li gorî ragihandina SOHRê doh derengiya şevê, artêşa Tirk 20 maşîneyên din û alavên leşkerî û lojistîk derbasî Idlibê kirin.

SOHRê diyar kir ku ew karwan ji dergeha Kefer Losîn derbasî Sûriyê bûye û ber bi gundewarên Idlibê ve hatiye şandin.

Li gorî amarên SOHRê ji destpêka ragihandina agirbesta 5 Adara 2020an a Idlibê heta niha 7 hezar û 815 maşîne û bi hezaran leşkerên Tirk derbasî Idlibê bûne.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?