Karwanekî leşkerî di bin tedbîrên ewlekariyê de derbasî sînorê Rojavayê Kurdistanê bûn
Karwanekî din a leşkerî ya Tirkiyê ku ji çend barhilgiran pêk dihat û tank û top hilgirtibûn wek piştevaniya hêzên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, gihîşt navçeya Kaniya Xezalan (Akçekale) a Rihayê.
Karwana leşkerî yên ji bo yekîneyên ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin, gihiştin Kaniya Xezalan a navçeya Rihayê.
Karwana navborî derbasî Fermandariya Hidûd a 3emîn li Kaniya Xezalan bû.
Hat ragihandin ku wesayît ji bo yekîneyên li ser sînor wekî piştevanî hatine şandin.
Herwiha pêr Duşemê jî karwanekî leşkerî ji 30 balhigiran pêk dihat û tank û top hilgirtibûn di bin tedbîrên ewlekariyê de bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin.
Kurdîstan Haberleri
AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?