Tirkiyê hêzeke din li sînorê Efrîn û Idlibê bicih dike

Artêşa Tirkiyê karwaneke nû ya zirîpoş û hêzên leşkerî şand ser sînorê Efrîn û Îdlibê. Artêşa Tirkiyê ji deverên cuda yên Tirkiyê hêz û alavên leşkerî şandin ser sînorê Efrîn û Idlibê.

Artêşa Tirkiyê karwaneke nû ya zirîpoş û hêzên leşkerî şand ser sînorê Efrîn û Îdlibê.

Artêşa Tirkiyê ji deverên cuda yên Tirkiyê hêz û alavên leşkerî şandin ser sînorê Efrîn û Idlibê. Karwana otombêlên zirîpoş û veguhestinê ku ji 30 otombêlan pêk dihat, li Hatayê ser sînorê Efrînê hatin bicîhkirin.

Artêşa Tirkiyê 20ê meha bûrî jî 5 karwanên ji hêzên komando, zirîpoş, çek û teqemeniyê pêk hatibûn, di deriyê Kirikhanê re derbasî nav xaka Sûriyê kiribû.

Ji roja 30î Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî dest bi êrîşa li ser “herêma bêçek” li gundewarê bakurê Hema û başûrê Idlibê kiriye û di encamê de heta niha bi sedan kesan canê xwe jidest daye û zêdetir ji 200 hezar kes jî koçber bûne.

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in