Tirkiyê gundê Şêx Îsa li nêzîk Til Rifetê topbaran kir

.

Topxaneya artêşa Tirkiyê şeva Sêşemê gundê Şêx Îsa li nêzîk bajarê Til Rifetê li navçeya Şehba ya ser bi Rêveberiya Xweser topbaran kir.

Li gor çavkaniyên xwecihî, grûpên çekdar ên opozisyona  Sûriyê yên  girêdayî Tirkiyê jî beşdarî di topbarankirina wê navçeya li bakurê Helebê de kirine.

Çavkaniyên xwecihî heta niha tu zanyarî derbarê encam û zere û ziyanên topbarankirinê de belav nekirine.

Gundê Şêx Îsa li navçeya Şehbayê di jêr destê hêzên Kurdî de ye û hêzên hikûmeta Sûriyê jî li navçeyê hene.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?