Tirkiyê elektirîka Sûriyê li ser Efrînê qut kir

Tirkiyê elektirîka Sûriyê li ser Efrînê qut kir û di warê elektîrêkê de jî ew bajarê Rojavayê Kurdistanê bi Tirkiyê ve girê da.

Hikûmeta Tirkiyê elektîrîka ku ji aliyê Sûriyê vet ê dabînkirin li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê qut kir û bi elektîrîka Tirkiyê ve girê da.

Çavkaniyek taybet ji Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku Tirkiyê bi riya kompanyayekê xeteke elektirîkê nû li Efrînê çê kiriye.

Li gor wê çavkaniyê Tirkiyê tevahiya wêstgeh, navend û xetên berê yên elektirka Efrînê yên Sûrî ji nav birine.

Her li gor zanyariyan girêbestek ji bo 10 salan li gel kompanyayeke enerjiyê ya Tirkî hatiye îmzakirin û wê kompaniyê hemû kar temam kiriye û êdî wê elektirîkê belav bike.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 18ê Adara 2018an di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê