Tirkiye: Duh 2 hezar û 17 kes bi Covîd-19ê ketine û 72 kes jî pê mir

Li Tirkiyeyê heta niha 361 hezar û 801 kes bi Covîd-19ê ketine û 9 hezar û 799 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kir.

Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 17 kesên din peyda bûye. 72 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 9 hezar û 799an. Her weha hezar û 297 nexweş jî baş bûne.

Test ji bo 112 hezar û 215 kesan hatiye kirin.

Heta niha 13 mîlyon û 217 hezar û 888 test hatiye çêkirin. 361 hezar û 801 kes bi nexweşiyê ketine û 9 hezar û 799 kes jî pê mirine.

Heta niha 314 hezar û 390 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.6e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 744e. (RT/AY)

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?