Tirkiye- 259 kesên din bi Koronayê mirine

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 19 hezar û 650 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 259 kesan jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan ku ev rekoreke nû ye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 202 hezar û 209 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 19 hezar û 650 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 259 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 34 hezar û 492 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Herwiha heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 082 hezar û 610 kesan û 18 hezar û 861 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 1 milyon 901 hezar û 307 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan