Tirkiye- 197 kesên din bi Koronayê mirine  

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 13 hezar û 695 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 197 kesan jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir. 

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 181 hezar û 323 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 13 hezar û 695 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ta îro 197 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 9 hezar û 896 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 255 hezar û 607 kesan û 21 hezar û 685 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 146 hezar û 430 kes jî ji vîrusê baş bûne.

 

Kurdîstan Haberleri

Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye