Tîmeke Rojavayê Kurdistanê bû qehremana Bochumê

Tîmeke Rojavayê Kurdistanê di futboolê de, bi navê Kurd û Kurdistanê û bi hildana Ala Kurdistanê, bû qehremana bajarê Bochumê li Almaniya.

Tîma CF Kurdistan Bochum ku piraniya yarîzanên wê ji Rojavayê Kurdistanê ne û tîma SC Veintmar 45, di lîstika dawiyê ya tîmên bajarê Bochumê de lîstin.

Tîma Kurdên Rojavayê Kurdistanê 3 gol tomar kirin û tîma li hemberî wê jî, 2 gol tomar kirin û bi wê encamê, tîma CF Kurdistan Bochum, bû lehenga bajarê Bochumê li Alamyayê.

Kaptanê CF Kurdistan Bochumê Emar Şêmûs dibêje ji destpêkê ve armanca wan ew bû ku bigihêjin emcameke baş û ew niha kêefxweş in ku gihîştine armanca xwe.

Yarîzanê CF Kurdistan Bochumê Hemude anî ziman ku ew dixwazin derbikevin lîgên jortir.

Rêveberiya tîmê venaşêre ku ew di tengazyên aborî de derbas dibin.

Endamê Desteya Rêveberiya Tîma CF Kurdistan Bochum Îrfan Suvar jî got: “Di warî aboriyê de hinek kêmasiyên me hene, lê gelê Kurd piştgiriya me bikin em dê hêj pêştir bikevin. Hêviyên me gelek hene. Herwiha em dixwazin hemû Kurd weke vê tîmê ne ji bo ti partiyek, lê ji vê alê û Kurd û Kurdistanê kar bikin.”

Di van demên dawiyê de li nav Kurdên Almanyayê avakirina tîmên futbolê bûye diyarde.

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir