TIFAQA WELATPERWER Û DEMOKRAT LI YENÎŞEHRA AMEDÊ BUROYA XWE BI GIRSEYÎ VEKIR

Tifaqa Welatperwer û Demokrat roja 07.03.2019an li Yenişehir a Amedê buroya xwe ya hilbijartinê bi beşdarîyeke girseyî vekir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên Amedê Sait Aydoğmuş, Ramazan Kahramaner, Zeki Ekinci, Hidayet Fidan, gelek sîyasetvanên Kurdistanî, rêvebir, endam û alîgirên PAK û PSKyê, bi beşdarîyeke baş beşdarî vekirina buroya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Yenîşehîr a Amedê kirin.Gelek TV û dezgehên ragehandinê jî beşdarî vekirina buroyê bûn.

Berîya vekirina buroyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yıldız kurte axaftinek kir û axaftvan teqdîm kir.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê bajarê Mezin ê Amedê Sait Aydoğmuş û namzedê Yenîşehîrê Ramazan Kahramaner, di derbarê armanc, girîngî û rola Tifaqa Welatperwer û Demokrat de axaftin.

Piştî axaftinan, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên Amedê Sait Aydoğmuş, Ramazan Kahramaner, pêkve qurdele birîn û buro vekirin.

Piştî vekirina buroyê namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên Amedê li gel rêvebir û endamên PAK û PSKyê li gereka Ofîsê belavoka Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û li esnaf û gelê Amedê yên li Bazara Heftane de belav kirin. Gel û esnafan pêşewazîyeke germ li namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat kirin.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!