Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Amedê di şeva 21ê Adarê de di holeke mezin da, bi girseyî Newroz pîroz kir.

Hola şahîya Newrozê tije bibû. Gelek TVyan ev şeva Newrozê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi zindî weşand.

Nûnerên gelek dezgehên sivîl, sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, rêvebir, endam û dostên PAK û PSKyê bi girseyî beşdarî şahîya pîrozbahîya Newrozê bûn.

Pêşkêşvan û birevibirê şeva Newrozê endamê Meclîsa PAKê Mîrza Akar bû.

Mîrza Akar bi kurte axaftinekê şev da destpêkirin û xulekekê, ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.

Paşê Serokê Giştî yê PSKyê Rêzdar Mesut Tek û Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik di derbarê Newrozê, rewşa her çar perçeyên  Kurdistanê û hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an da bîr û rayên xwe anîn zimên.

Sîyasetvan û helbestvanê Kurd Mela Emadîn jî helbesteka Newrozê xwend.

Şahîya Newrozê a Tifaqa Welatperwer û Demokrat a li Amedê bi stranên ozanên Kurd Bêrîvan û Çîyager û bi dîlan û govenda girseyî, bi coşeke mezin  bi dawî hat.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?