TGS: Em ê Cejna Çapemeniyê pîroz nekin!

TGS’ê, bi munsebeta Cejna Çapemeniyê roja 24’ê Tîrmehê peyam weşand û got: “Heya ku rojnameger xwedî maf û nûçeyên xwe yên civakî derkevin, wê demê dê 24’ê Tîrmehê roja cejna me be. Ji ber vê yekê emê Cejna Çapemeniyê 24 Tîrmehê pîroz nekin.”

TGS’ê, bi boneya Cejna Çapemeniyê roja 24’ê Tîrmehê peyam weşand û got: “Heya ku rojnameger xwedî maf û nûçeyên xwe yên civakî derkevin, wê demê dê 24’ê Tîrmehê roja cejna me be. Ji ber vê yekê emê Cejna Çapemeniyê 24 Tîrmehê pîroz nekin.” 
 
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) bi boneya Cejna Çapemeniyê 24’ê Tîrmehê, daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di salvegera 111’emîn rakirina sansûrê de, hîn zêdetir rastî sansûrê tên û hat gotin: “Di serdema herî dawî ya Osmaniyan de, rojname dibin kontrola memûrên sansûrê de derbas dibûn û wisan dihat weşandin. Piştî Meşrûtiyeta Duyemîn a hat îlankirin, di 24’ê Tîrmeha 1908’an de ev pêkanîn hat rakirin. Ev yek weke ‘rakirina sansûrê’ navê xwe li dîroka Tirkiyeyê nivîsand û ev roj weke Cejan Çapemeniyê hat pîrozkirin. 
 
TENÊ ROJEK JI DÎROKÊ YE
 
Heya ku rojnameger xwedî maf û nûçeyên xwe yên civakî derkevin, wê demê dê 24’ê Tîrmehê roja cejna me be. Ji ber vê yekê em ê Cejna Çapemeniyê 24 Tîrmehê pîroz nekin.”
 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?