‘Tevgera terorîstên DAIŞê li sînorê Mexmûrê pir zêde bûye’

Berpirsekî PDKê ragehand tevgera terorîstên DAIŞê li sînorê qeza Mexmûrê heta digehe qeza Dubizê pir zêde bûye û ev yek jî ji ber valatîya ewlehîyê ya li navçeyê ye.

Navenda Nûçeyan - Berpirsê baskê 23 yê Qereçûxê li Mexmûrê yê PDKê Kirmanc Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Terorîstên DAIŞê li sînorê nahyeya Qerac û Sergeran û heta digehe Dubizê tevgera wan destpê kirîye û bi azadane tên û diçin, li navçeyê bandorekî zêde kirine û mijûlê xwe rêxistin kirinê ne. Sedem jî ew e ji ber hêzên ewlehîya Iraqê nikarin kontrola navçeyê bikin.’’

Herwaha got: ‘’Terorîstên DAIŞê berê bi şev tevger dikirin, naha roj jî tên û diçin. Bi taybet navbera Sergeran û Dubisê tevgera wan pir zêde ye, li benda derfetekî ne bo pêkanîna karên terorîstî.’’

Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist