“Tevgera DAIŞê bûye metirsî bo navçeyên Kurdistanî”

Berpirsê PDKê ragehand, tevgera DAIŞê li navçeyên Kurdistanî zêde bûye û gelek caran êrîşî hêzên Pêşmerge dikin û piştre direvin û bûne metirsîyek mezin bo navçeyê.

Navenda Nûçeyan - Berpirsê baskê 15ê yê Xaneqînê yê PDKê Şêx Cehfer Mistefa ji BasNewsê re got: ‘’Raste terorîstên DAIŞê çalakîyên wan kêmbûne, lê demeke li navçeyên Kurdistanî bi awayê partîzanî êrîşî çeperên hêzên Pêşmerge dikin û direvin. Ev yek nîgeranî û tirs bo jîyana hemwelatîyên Xaneqîn û navçeyên Kurdistanî çêkirîye.’’

Herwaha got: ‘’Eger hêza Pêşmerge zêdetir li vê navçeyê neyê bicîhkirin, terorîstên DAIŞê çalakîyên xwe li hember hêzên Pêşmerge dê zêdetir bikin.’’

Şêx Cehfer Mistefa got. ‘’Çekdarên DAIŞê naha fêrbûne êrîşên nişkawa dibin ser çeperên hêzên Pêşmerge û piştre ber bi cîhên nedîyar ve direvin. Mixabin şeva borî terorîstên DAIŞê li Kuleco êrîş kirin ser çeperên Pêşmerge û ji ber wê êrîşê du Pêşmergeyên qehreman şehîd bûn.’’

Berpirsê PDKê got: ‘’Herçend berdewam Pêşmergeyên qehreman bi tundî bersiva terorîstên DAIŞê didin jî, lê eger hêza Pêşmerge bi awayekî berfireh li navçeyên Kurdistanê bên bicîh kirin, terorîstên DAIŞê nikarin li vî sînorî çalakîyan bikin.’’

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin