Tevger: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan

.

Birêvebiriya Tevgerê (Partiya Karkerên Kurdistanê/PKK) got, hêzên gerîla yên ku li Zapê bûn û rîska şer li ser wan hebû, bi 16ê Çiriya Paşîn re vekişiyane qadên cuda û guncav.

Birêvebiriyê diyar kir ku ew bawer dikin, ev gav dê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurdan û aştiya li Tirkiyeyê bike.

Di daxuyaniya Birêvebiriya Tevgerê de hat ragihandin ku bi 16ê Çiriya Paşîn a 2025an re hêzên gerîla yên li herêma Zapê ku rîska şer li ser wan hebû, vekişiyane qadên cuda.

Birêvebiriyê got, "Em di wê baweriyê de ne ku ev gava me ya nû dê xizmetê ji çareseriya pirsgireka Kurdan, aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike."

"Vekişiyan qadên cuda yên guncav"

Daxuyaniya Birêvebiriya Tevgerê bi vî rengî ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 26ê Çiriya Pêşîn de ku bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin û ji gerîlayên me yên ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê 25 jê bi xwe amade bûn, me diyar kiribû ku li cihên xwedî rîska şer ên li ser sînor jî em dê tedbîran li hemberî şer wergirin.

Ji wê demê û vir ve li ser bingeha karê ku organên pêwendîdar kirin, em li herêma Zapê gihîştin encameke girîng.

Bi êvara 16ê Çiriya Paşîn re hêzên me yên li herêma Zapê ku rîska şer lê hebû, vekişiyan qadên cuda yên guncav. Bi rewşa heyî re li qada navborî rîska şer bi temamî ji holê hatiye rakirin.

Piştî vekişîna hêzên me yên gerîla yên bi rîska şer ên li nava sînorên Tirkiyeyê, ev sererastkirin û vekişîna ji herêma Zapê re ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne bûye tevkariyeke girîng a pratîkî û biryardariya me ya ji bo pêvajoyê careke din nîşan dide.

Em di wê baweriyê de ne ku ev gava me ya nû dê xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurdan û aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike.

Em bi rêzdarî vê agahiyê ji çapemenî û raya giştî re radigihînin, silavên xwe li her kesê pêwendîdar dikin."

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pêkanîna destûrê dê bibe bingeha sereke ya gotûbêjên avakirina hikûmetê
Mehmet Uçum: Yasaya piştî Serhildana Şêx Seîd dikare bibe mînak
Li Stenbolê êrişî Tîma Jinan a Yuksekovasporê hat kirin
Komîteya Lêkolînê ya Siwêdayê: Hinek endamên ewlehiyê hatin girtin
Hevserokên nû yên Komeleya Mafên Mirovan hatin hilbijartin