Terorîstên DAIŞê li Kerkûkê welatiyek şewitandin

.

 

Terorîstên DAIŞê, li Kerkûkê welatiyek di nav otomobîlekê de şewitandin.

Li gor zanyariyan,  do bi şev çekdarên DAIŞê welatiyek di nav otomobîlekê de şewitandin. Welatiyekî ji gundê Gubeybe yê ser bi navçeya Hewîce ya li başûrê Kerkûkê, bi otomobîla xwe ketiye kemîneke çekdarên DAIŞê û ji aliyê çekdaran ve di nav otomobîlê de hatiye şewitandin.

Zanyarî diyar dikin, navê welatiyê ku bûye qurbanî, Ebdulkerîm Celal e û kesekî Ereb e û cotkar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di nava 3 mehên borî de, şeşem bûyera bi vî rengî ye ku li wî gundî diqewime û ji ber êrîşên terorîstên DAIŞê, gund vala bûye.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?