Tenê %18 kurdên Bakûr dikarin bi zimanê kurdî binivîsin û bixwînin!

%80 Bakûriyan daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin

Encamên rapirsiyekê nîşan didin ku li Bakûrê Kurdistanê rêjeya wan kurdên ku dikarin bi kurdî binivîsin û bixwînin, tenê %18 ye û %80 kurdan jî daxwaza perwerdeya zimanê daykê dikin.

Navenda Lêkolînê ya Rawest, ku par hatiye damezirandin û navenda wê ya serekî jî li bajarê Diyarbekirê ye, li ser rêjeya xwendin û nivîsandina kurdî li nav kurdên Bakûr de, rapirsiyek kiriye.

Li gorî encamên beşek ji wê rapirsiyê, li Bakûr tenê %18 kurdan dikarin bi zimanê xwe binivsîn û bixwînin.

Li gorî wê rapirsiyê, ku li ser 600 kesan li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn, Wan û Rihayê hatiye kirin, %26 kurdan gotine “ez dikarim bipeyîvim lê nikarim binivîsim û bixwîninim”, %24.5 jî gotine “ez fam dikim lê nikarim bipeyîvim”, %17 jî gotine “hinekî fam dikim lê qet nikarim bipeyîvim” û %14.5 jî gotine “hinek tiştan fam dikim û nikarim qet bipeyîvim”.

Tenê tiştekî ku di vê rapirsiyê de dilê mirov xweş dike, ew jî ew e ku rêjeya %80 kurdên Bakûr daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirine.

BASNEWS

Ji bo tirkiya vê nûçeye bitikînin

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?