Tabelaya Kurdî' ya bajêr cardin hat danîn

Şaredariya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê piştî bertekên zêde yên xelkê Bedlîsê û civaka Kurd tabelaya Kurdî ya ketin û derketina bajêr ji nû ve danî, lê ya avahiya şaredariyê hîn nedaniye.

Şaredariya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê piştî bertekên zêde yên xelkê Bedlîsê û civaka Kurd tabelaya Kurdî ya ketin û derketina bajêr ji nû ve danî, lê ya avahiya şaredariyê hîn nedaniye.
Hat dîtin ku tabelaya ketin û derketina Bedlîsê bi Kurdî, Tirkî, Zazakî, îngilîzî û Erebî ji nû ve hatiye danîn.

Herwiha li ser nivîsa ‘Hûn bi xêr hatin bajarê Bedlîsê’ jî navê alimê Kurd Bedîuzzeman Seîdê Kurdî wekî; Bediuzzaman Said-i Nursî’ hatiye nivîsandin.
Wek ku tê zanîn, Nezrullah Tanglayê ji AK Partiyê Şaredarê bajarê Bedlîsê hatiye hilbijartin, tabelaya ‘Şaredariya Bedlîsê’ ya ser avahiya şaredariyê anîbû  xwar û li şûna wê tenê tabeleya ‘Bitlis Belediyesi’ hiştbû

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?