Suryanên Midyadê ji biryara UNESCOyê kêfxweş in!

.

 Rêxistina girêdayî Neteweyên Yekbûyê UNESCOyê demek berê herêma Tur Abîdîn a Midyadê ango bi navekî din herêma Torê xist nav lîsteya Mîrateyên Çandî yên Demkî ku 9 perestgehên Suryaniyên navçeya Midyadê ya bajarê Mêrdînê jî tê de cî digirin.

Suryaniyên Midyadê bi vê biryarê gelekî kêfxweş bûne ku biryara UNESCOyê rê li ber wan perestgehên dîrokî wê bigire û ji bo turîzmê jî geştiyar bêhtir serdana wan bikin.

Suryaniyên herêmê ji herêma Torê re dibêjin, Tur Abdîn ku tê wateya ‘Çiyayê ebdên xwedê’ û li wê herêmê Dêra Mor Gabriel a Ortodoksan jî cî digire ku ew dêra herî kevnar a li ser rûyê dinyayê ye.

9 dêr û perestgehên Suryaniyan ên bi navên; Derya Mor Sobo, Dêra Dayika Meryem, Deyrulzafaran, Mor Gabriel, Mor Abaî, Mor Loozor, Mor Yakup, Mor Quryaqos û Mor Azozo ne ku 15 Nîsana 2021ê li lîsteya UNESCOyê hatin zêdekirin.


 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir