Human Rights Watch (HRW) di rapora xwe ya dawî de, hikûmeta Sûriyê bi bikaranîna alîkariya mirovî û pirsa jin û ve avakirina Sûriyê bo berjewendiya xwe tometbar dike.
Di raporê de tê gotin ku hikûmeta Sûriyê ji bo alîkarî û çavkaniyên darayî yên ku xizmeta xelkê dikin ji xwe re misoger bike, siyaset û yasayên li gor berjewendiya xwe bikar tîne.
Lêkolînvana HRW Sara Kiyalî dibêje: “Hikûmeta Sûriyê li ser binpêkirina prensîpên mafên mirovan berdewam e, niha pirsa jin û ve avakirina Sûriyê û alîkariya mirovî wek çek dijî gelê Sûriyê bikar tîne, ew gelê ku ji ber kêmbûna av, xwarin, cihê vehewandin û derfeta jiyanek nû bê hêvî bûye.”
Di rapora rêxistina navdewletî de hatiye nivîsîn ku hikûmeta Sûriyê siyaseta cezakirinê û jinavbirinê li dijî kesên dijber li navçeyên berê yên ku şer li wan hebû bikar tîne. Hevdem hişyariyê dide aliyên peywendîdar û piştîvan ku beşdarî cîbicîkirina vê siyaseta binpêkirinê nebin.
Sara Kiyalî eşkere dike: “Welatên wek Lubnan, Hindistan û Çînê dixwazin piştgîriya projeyên jinûve avakirinê li Sûriyê bikin, lê hikûmeta Sûriyê berevajiya wê yekê siyaseta qedexekirina hatina alîkariya mirovî li Xûteya Rojhilat peyrew dike. Yasayên nû yên hikûmeta Sûriyê rê didin desteserkirina mal û milkên xelkê bê qerebûkirineke bikêrhatî. Hikûmet bi vê siyasetê gelek tax desteser an jî wêran kirine. Metirsiyeke zêde heye, ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî piştîvaniya binpêkirina mafên mirovan bikin. Divê aliyên piştîvan û rêxistin li nav Sûriyê, piştevaniya van projeyên binpêkirinê nekin.”
Li gor rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî, piştî ku hikûmeta Sûriyê bi piştîvaniya Rûsyayê piraniya deverên kêmşer wek Xûteya Rojhilat, Deraa, bakurê Himsê ji destê grûpên mıxalif derxistin, siyaset û yasayên heyfhilanînê dijî xelkên vegeriyayî bikar anîne, ji wan jî yasaya hijmar 10 ku rê dide hikûmetê destê xwe deyne ser mal û milkên dijberan, ku nerazîbûnek xwecihî û navdewletî ligel xwe anî.
Kurdîstan Haberleri
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?