Sûriye: Her netewek dikare bi zimanê xwe bixwîne

.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyê ragihand “Ti pirsgirêk li cem wan tune ye ku her Neteweyek li Sûriyê dersan bi zimanê dayîkê li dibistanan bixwîne, lê ti kesekî ji Kurdan daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî nekiriye.”

Wezîrê Perwerdeya Sûriyê, Derram Tebai ji medyaya Hikûmeta Sûriyê re got: “Programên ku bi zimanê Kurdî li dibstanên navçeyên Rêveberiya Xweser têne xwendin, ne niştmanî ne û di vê derbarê de wan peywendî li gel saziyên navdewletî çêkirine û ji wan re gotine ku ev yek berovajî yasayên navdewletî ye.”

Derbarê mafê xwendina bi zimanê Kurdî de, Tebai got, ku ew ne li dijî xwendina bi zimanê kurdî ne, lê bi mercê ku heftê tenê 2 saat bin û xwendekar neyên neçarkirin ku Kurdî bixwînin.

Herwiha Wezîrê Perwerdeya Sûriyê dibêje “Dema ku Kurd daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî bikin ewê li gorî yasayê qebûl bikin.”

Beşek ji rewşenbîr û kesayetî rojavayê Kurdistanê vê daxuyaniya Wezîrê Perwereya Sûriyê baş dibînin û dibêjin, ku ji bo yekem car e ku Wezîrê Perwerdeya Sûriyê behsa mafê Kurdan bi xwendina bi zimanê xwe dike.

Pizîşk Ridwan Mihemed jî di derbarê vê mijarê got “Ev gaveke gelek pîroz e. heviya me heye kudi pêşerojê de di navbera me û hikûmeta navendî de lihekirinek çê bibe û Kurd jî mafên xwe bistînin.

Siyasetmedar Mizgîn Zêdan jî wiha got “Ez wek kesayet gaveke baş dibînim, ji ber ku ev yek dibe wek qebûlkirina Kurdan.”

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê