Sûrên Amedê bên nûjenkirin 5 milyon geştyar tên

Serokê Encûmena Rêveber a Komeleya Kultur, Turîzm û Mûsîkî ya Amedê (DÎKTUM-DER) ragihand ku ‎eger Sûrên Amedê bên nûjenkirin her sal 5 milyon geştyar serdana bajêr dikin

Navenda Nûçeyan- Serokê Encûmena Rêveber a Komeleya Kultur, Turîzm û Mûsîkî ya Amedê (DÎKTUM-DER) ragihand ku ‎eger Sûrên Amedê bên nûjenkirin her sal 5 milyon geştyar serdana bajêr dikin û got: “Divê heta zû ye ‎ev Sûr bên nûjenkirin. Eger hun dixwazin bêkarîya li bajêr kêm bikin, xwedî li Sûran derkevin. Bila ‎geştyarî geş bibe daku li welat bêkar nemînin. Em li bajarekî ne ku potansîyela wê ya geştyarî li beramber ‎‎500 kargehan e.”‎

Serokê Encûmena Rêveber a DÎKTUM-DER‎ê Kenan Aksu derbarê dizîna kevirên dîrokê yên Sûra ‎Amedê de axifî û da zanîn ku Sûr bêxwedî mane. Aksu bang li alîyên peywendîdar kir ku Sûrên Amedê ‎nûjen bikin û got, ji bo xwedîderketina li xezîneya kulturî ya bajêr divê zêrevan an jî hêzeke polîsên ‎geştyarî were pêkanîn.‎

Kenan Aksu dîyar kir ku bi salan e Sûrên Amedê nehatine nûjenkirin û got: “Mixabin kevir dikevin. Ev metirsî ‎ne. Ya girîng xwedî li vê derê derkevin. Ji ewlehîya can an jî bo wêya mirov bi rehetî li van deran bigere ‎pêwîst e tedbîr bên wergirtin.” ‎

Aksu da zanîn Sûrên Amedê piştî Seda Çînê sûrên herî dirêj ên cîhanê ne û got: “Xezîneyeke wiha tê ‎wateya ku salane herî kêm 5 milyon geştyar serdana vê derê bikin. Ji ber li cîhanê tiştekî bişibe van ‎Sûran nîne. Bi dîrêjahîya 5,5 kîlometreyan mûzeyeke vekirî ye. Mixabin bi salan e ti kar nayê kirin. Eger ‎hun dixwazin bêkarîya li bajêr kêm bikin, xwedî li Sûran derkevin. Bila geştyarî geş bibe û li welat ‎bêkar ‎nemînin. Ji ber em li bajarekî ne ku potansîyela wê ya geştyarî li beramber 500 kargehan e.”‎

Rûdaw

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?