Şûnwarên dîrokî li Efrînê talan dikin!

Bi armanca dizîn û firotinê, grûbeke çekdar ser bi Tirkiyê ve, dest bi kolan û derxistina parçeyên şûnwarî yên Efrînê dike.

Bi armanca dizîn û firotinê, grûbeke çekdar ser bi Tirkiyê ve, dest bi kolan û derxistina parçeyên şûnwarî yên Efrînê dike.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, ji vê sibehê ve, çekdarên grûba Siltan Murad a ser bi Tirkiyê ve, dest bi proseyên kolan û rakirina axê, li girên di navbera gundên Bîbaka, Qoşa yên navçeya Bilbil ya Efrînê kirin e, û li parçeyên şûnwarî digerin.

Rewangehê belav jî kiriye, çekdarên grûba navborî li pêşiya çavên Artêşa Tirkiyê bi Tirêkis û alavên giran wî karî dikin û hejmarek darên Zeytonan jî, rakirin e.

Ji dem a dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûbên bi ser ve, çendîn cihên şûnwarî li Efrînê hatine wêran kirin û bi sedan binpêkirinên cuda derheqê welatiyên wê deverê de encam dan e.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?