Soylu derbarê “destdirêjiya li Êlihê” daxuyanî da

.

Tê gotin ku li Êlihê 27 kesan destdirêjî li keçeke 15 salî kirine ku di nav wan de serbaz, polîs û cerdevan jî hene û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê daxyaniyek da ew weke “derew” binav kir.

Li gor zanyariyên belav bûne, li gundekî ser bi qezaya Kercewsê ve li parêzgeha Êliha Bakurê Kurdistanê, 27 kesan destdirêjî li ser keçeke 15 salî kiriye.

Li gor agahiyan, çend roj berî niha zarokeka 15 salî ji ber êşa ji zikê xwe diçe nexweşxaneyê û li wê derê derdikeve holê ku ew zarok rastî destdirêjiyê hatiye.

Piştî agahdarbûna malbatê û li ser giliya wan, li heman gundî du kes bi navên M.A û V.A hatine girtin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî li hejmara xwe ya Twitterê ew weke “derew” binav kir got, “lê rezîliyên wan ewqas mezin in ku siyaseta derewan jî têrî nake.”

Li gel berfirehtirbûna lêkolînan, Serdozgeriya Kercewsê ragihand, navê hin kesên din jî li dosyeyê hatiye zêdekirin. Lê Serdozgeriya Kercewsê vê yekê red dike û dibêje, têkildarî bûyerê “heta niha ti kesên di erka giştî de (fermanberên dewletê) weke gumanbar nehatine destnîşankirin.”

Parêzgariya Êlihê jî li ser bûyerê daxuyaniyek da û got, “Wek ku serdozgeriyê tekez kiriye, navê ti kesên di erka giştî de di wê lêpirsînê de nîne.”

Li aliyê din Navenda Giştî ya Polîs aşkere kir ku 27 kesên ku derbarê bûyerê de li torên civakî post belav kirine, hatine desteserkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan