Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da

.

Sopranoya Kurd a navdar Pervîn Chakarê duh êvarê li Amedê konserek da.

Konsera Pervîn Chakarê li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoçê ya Amedê hat lidarxistin.

Gelek siyasetmedar, hunermend û muzîkhez beşdarî konserê bûn.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Amedê ya Partiya DEVAyê Melîs Kandemîr, Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli di nav beşdardan de cih girtin.

Li gorî bernameya ku berê hatibû ragihandin, Pervîn Chakar dê heta dawiya meha nîsanê li Êlih, Sêrt, Riha, Stenbol û Mêrsînê jî konseran bide.

Kurdîstan Haberleri

PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin