Siyasetmedar û sendîkavanê Kurd Mahmut Tîmurtaş wefat kir

.

Siyasetmedar û sendîkavanê Kurd ê Mahmut Tîmurtaş, îro 17ê Çileyê 2021ê li nexweşxaneya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê koça dawî kir.

Mahmut Tîmurtaş 15ê Çile roja înê li bajarê Sêrtê krîza dil derbas kibirû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hatibû razandin.

Tevî hemû hewldanên pizîşkî yên du rojan Mahmut Tîmurtaş îro Yekşemê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Mahmut Tîmûrtaş siyasetmedarekî naskirî bû û piştî derbeya 12ê Îlonê ji ber doza DDKD-KÎPê hatibû girtin ku wekî piraniya siyasetmedarên kurd ên wê demê di Zîndana Amedê de mabû.

Tîmûrtaş zêdetirî 20 salan Seroktiya Şaxa Sêrtê û Mêrdînê ya Sendîkaya DISK GENEL-ÎŞê kiriye û li Şaredariya Sêrtê jî wekî Serokê Daîreya Karên Paqijiyê xebitiye.

Mahmut Tîmûrtaş bavê Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmurtaş e.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê