Sivîlek di êrişa firokeyên Tirkiyê de hat kuştin

Li devera Biradost ya bajarê Soran yê Başûrê Kurdistanê, ji ber bordûmana firokeyên şer yên Tirkiyê sivîlek hat kuştin.

Li devera Biradost ya bajarê Soran yê Başûrê Kurdistanê, ji ber bordûmana firokeyên şer yên Tirkiyê sivîlek hat kuştin.


Duh danê êvarê firokeyên Tirkiyê, bi behaneya hebûna hêzên PKKê li gundê Zîna Xelîl Beg li devera Biradost ya bajarê Soran dan.


Li gorî agahiyan, otomobîleka gundiyan ket ber êrişa firokeyan û di encamê de kesek mir û yek jî birîndar bû.
Hat gotin ku ew kesên han birayên hev bûne. Navê kesê ku hatiye kuştin Mensûr Nafih (25 salî), navê yê birîndar jî Peşêw Nafih (20 salî) bûye.
 
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?