Şivanekî Rojhilatî li ser sînorê Tirkiye û Ermenistanê hat kuştin

Şivanekî kurd yê Rojhilatî li ser sînorên Tirkiye û Ermenistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 27 vê mehê şivanekî kurd yê Rojhilatî bi navê Riza Qulîkanlû, ku ji ber nebûna kar li gundekî bajarê Qers yê Bakûrê Kurdistanê şivantî dikir, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin.

Li gorî agahiyan, ew şivanê kurd li ser sînorê Tirkiye û Eremenistanê hatiye kuştin.

Ew şivanê Rojhilatî xelkê gundê Zelka Jorê yê bajarê Makû bû.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?