Sirûşa helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê

Gava ku mirov li ber çem rûdinê dengê avê mirov dibe ber bi welatên xerîbiyê.

Ji dema kevnar heta niha ava Serêkaniyê bi paqijî û xweşikiya xwe jiyanê dide xwezayê û ber bi welatên bê sînor ve diherike.  Gava ku mirov li ber çem rûdinê dengê avê  mirov dibe ber bi welatiyên xeribiyê. 
 
Ava ku ji şikeftê diherike û di nava bajarê Mîksê re derbas dibe, ji gelek helbestên  Feqiyê Teyran re bûye rest û mêvanî kiriye. Ji bo Feqî bûye hêstên helbestê. Di heman demê de  Ava Miksê ji bo gelek helbestvan û hûnermendan jî bûye çavkaniya stran û helbestan.  Di vê demsala havînê de ku hêle hêl û xuşe xuşa çem mirovan sermest dike Feqî û helbesta wî ya "Ey av û av" tîne hişê mirov. Helbesta Feqî vê xweşikahî û ruhê avê baş pênase dike. 
 
Ji helbesta Feqiyê Teyran a bi navê "Ey av û av" Çemê Mîksê wiha tê vegotin;
 
Ey av û av, ey av û av
Ma tu bi `işq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê ra`hetê
 
Bê ra`het û bê sekne yî 
Yan `aşiqê baxwe xwe yî
Yan şubhetê qelbê me yî
Ji işqa kê natebitê
 
Ji işqa kê her têy û têy
Heta kengî her bêy û bêy
Bo min bi bêje `heyranê kê y
Da ez bizanim qisetê
 
Da ez bizanim vê surrê
Ji hindekê heta purrê
Ji me`neya vê gurrgurrê
Ji kê ra dikî vê ta`etê
 
Ta`et dikî bê pa û dev
Çendî dikî çûna li hev
Dengê te tê bi roj û şev
Zikrê dikî bi `haletê
 
Adnan Bîlen 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!