Şêx Hîkmet Hecerî ji bo Durziyan daxwaza avakirina herêmekê kir

.

Serokê Rûhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî bangî cihanê kir û ji bo Durziyan daxwaza avakirina herêmeke serbixwe kir.

Ev daxwaza Şêx Hîkmet Hecerî di demekê de ye ku ew hewl dide komên çekdar ên Dûrziyan li Siwêdayê bike yek û hêzeke nîzamî pêk bîne.

Tundûtûjiyên li parêzgeha Siwêdayê 13yê Tîrmehê bi pevçûnên di navbera çekdarên Durziyan û Erebên Bedewî de dest pê kiribûn lê bi lez berfireh bûbûn.

Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û komên din ên çekdar ên nêzîkî hikûmetê jî tevlî şer bûbûn.

Şam xwe diparêze lê Durzî wê tometbar dikin

Her çend berpirsên Sûriyeyê diyar bikin ku wan ji bo rawestandina pevçûnan destwerdan kiriye, şahid, komên Durzî û çavkaniyên xwecihî vê yekê red dikin.

Li gorî wan, hikûmetê bi awayekî eşkere alîgiriya Bedewiyan kiriye û li dijî Durziyan tawanên wekî kuştinên bikom pêk aniye.

"Hewl dan me tune bikin"

Şêx Hîkmet Hecerî, yek ji 3 serokên ruhanî yên herî diyar ên Durziyan e û tundûtûjiyan wekî "hewldanek ji bo tunekirina Dûrziyan" bi nav kir.

Medyaya bi navê Siwêda24 vîdeoyeke Şêx Hîkmet Hecerî belav kir. Wî bangî hemû welat û gelên azad ên cîhanê kir û got, "Piştgiriya me bikin da ku em herêmeke cûda ji bo parastina xwe ragihînin."

Komên çekdar li dora wî dibin yek

Daxwaza Şêx Hecerî di demekê de hat ku komên çekdar ên herêmê li dora wî dicivin.

Di dema pêşwazîkirina şandeyeke koma "Rical el-Kerame" de ku yek ji komên herî mezin ên çekdar e, wan amadebûna xwe ya ji bo ketina bin fermana wî nîşan da.

Hefteya borî jî, bi dehan komên din ên biçûk di bin navê "Pasewanên Niştimanî" de bûn yek da ku hewlên xwe yên leşkerî di bin serokatiya Hecerî de kom bikin.

Rewşa dawî ya aloz

Her çend li Siwêdayê agirbest hatiye ragihandin jî, rewş hîn aloz e û bi deh hezaran kes koçber bûne.

Niştecihên herêmê Şamê bi sepandina dorpêçê tometbar dikin lê Şam vê yekê red dike û behsa şandina alîkariyên mirovî dike.

Di 16ê Tebaxê de, bi sedan kesî li Siwêdayê ji bo mafê çarenivîsê xwenîşandan kir û hin kesan alayên Îsraîlê bilind kir.

Îsraîlê jî di dema pevçûnan de baregehên Hikûmeta Sûriyeyê bombebaran kiribû û ev yek wekî parastina Durziyan û hewldanek ji bo bêçekkirina başûrê Sûriyeyê bi nav kiribû.

Desthilatdarên Sûriyeyê her cure nenavendîbûn û dabeşkirina welat red dikin.

Siyaset Haberleri

Ehmed Şer heyeteke Amerîkayê pêşwazî kir
EFRÎN - Li Şiyê şer: Ji Emşatê re hefteyek mohlet hat dayîn
Nevaf Kiliç: Em dixwazin li Herêma Kurdistanê fabrîqeyan ava bikin
Berdevkê PDKê: Lihevkirineke bingehîn ji bo hikûmeta nû hat bidestxistin
Mazlum Abdî û heyeta Amerîka li ser desteka bo HSDê û entegrasyona bi artêşê re axifîn