Şêx Cehfer Mistefa: 5 rawestgehên serekî yên Xaneqînê ji Heşdî Şeibî hatin standin  

.

Berpirsê baskû 15ê yê Xaneqînê yê PDKê dibêje, ji Bexdayê ve lîwayek hatiye Xaneqînê û Heşdî Şeibî ji rawestgehên serekî vekêşiya.

Îro 02.12.2020ê Berpirsê baskê 15ê yê PDKê li Xaneqînê Şêx Cehfer Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sê roje hêzeke komando hatiye Xaneqînê û 5 rawestgehên serekî li Heşdî Şeibî vergirtin. Ew jî rawestgehên Kobaşî, Îmam Weys – rêya Şareban, Bawe Mehmûd û Pirda Celewlan û naha jî Heşdî Şeibî dixwaze fêl bike û 300 metre dûrî hêzên Iraqê rawestgeh danîne, xwedê girawî navê çend kesên biryara girtina wan heyî li gel wane, ku tenê dê bi pasê rawestgeh daynin, otomobîlan gumrik ji wan wergirin û li her bareke otomobîlê 15 hezaran ji wan distînin.’’

Herwaha aşkera kir, ji aliyeke din ve Heşdî Şeibî anîne ser erdên kiştûkaliya cotkarên kurd, xwedê girawî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî heq daye cotkarên kurd û ew jî hatine dixwazin pirsgirêkan çêbikin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?