Şêwekara Kurd Arya Attî, ku li Almanya dijî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, ku rastî êrîşeke nijadperestên Almanî hatiye.
Arya Attî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandiye, ku ew rastî êrîşeke nijadperestên Almanî hatiye.
Attî, resameke Kurd û xelka herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Almanya dijî. Arya Attî li Almanya di beşdarbûna pêşangehan de hunermendeke çalak e.
Wê şêwekara Kurd di Facebooka xwe nivîsandiye, ku li bajarê Kasselê yê Almanyayê, nijadperestekî Almanî êrîşî wê kiriye, ew bi ser zarokê wê de avêtiye erdê û birîndar kiriye, gotinên nexweş ji xerîban re gotiye û piştre ji cihê bûyerê reviyaye.
Di vê dema dawiyê de rêjeya nijadperestiyê li Almanya û herwiha dijatiya penaberan li wî welatî zêde bûye.
Kurdîstan Haberleri
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?