Serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahiya Boris Johnson kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê li Serokwezîrê Brîtanya dike.

Serokwezîrê Herêma kurdstanê Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê li Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, bi boneya hilbijartina wî wek Serokwezîr kir.

Di peyamê de Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê bo Serokwezîrê Brîtanya xwest û amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê û Brîtanya pêwendiyên wan ên dostane hene û spasiya piştevaniya Johnson ya ji bo Herêma Kurdistanê dike û dibêje  " Bi taybet gelekî spasiya cenabê te dikim, ku piştevaniya me kir, çi dema ku tu şaredarê Londonê bû yan jî, dema tu Wezîrê Derve bû. Herweha em wek dost û hevbeşek dikarin pişta xwe bi hevûdu girêbidin.

Di dawiyê de Mesrûr Barzanî got, ku ew hêvîxwaz e, di pirsên herêmî û navdewletî de, ji nêzîk ve hemehangiyê ligel hev bikin.

 

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?