Serokwezîrê Îtalyayê: Divê Yekîtîya Ewropayê hevkarîya welatan bike

Serokwezîrê Îtalyayê ragihand ku divê Yekîtîya Ewropa hevkarîya welatên endamê Yekîtîyê bike ku vîrusa koronayê li wan belav bûye û got: “Mekanîzma Aramîya Ewropayê, amrazeke nerast e û Îtalya red dike.”

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Îtalyayê, Giuseppe Conte tekez kir ku divê Yekîtîya Ewropayê di rûbirûbûna vîrusa koronayê de pêngavên hûrtir û baştir biavêje û hevkarîya wan welatan bike ku bi dijwarî vîrûs li wan belav bûye.

Conte got, Îtalya Mekanîzma Aramîya Ewropayê ku ajanseke taybet bi hevkarîya darayî ya ser bi Yekîtîya Ewropayê ve ye red dike, ji ber karên vê ajansê nerast in û nabe hevkarê welatan, lê Îtalya ligel sîstema Eurobond e, wate dana pereyên kaş bo welatan, li beramber firotina senedên darayî.

Serokwezîrê Îtalyayê wiha axivî:  “Na bo Mekanîzma Aramîya Ewropayê, belê Eurobond. Mekanîzma Aramîya Ewropayê amrazeke me çendîn car gotîye nerast e. Lê Eurobond çareserî ye û bersiveke ciddî ye bo wê rewşa neasayî ku em rûbirûyê wê bûne.”

Îtalya wek navenda belavbûna vîrusa koronayê tê hesabkirin, heta niha li wî welatî 139 hezar û 442 kes bi vîrûsa Coronayê ketine û 17 hezar û 669 kesan canê xwe ji dest dane.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin
Welatiyên Qamişlo li dijî buhabûn û nebûna xizmetguzariyan daketin kolanan
Serokwezîrê Brîtanyayê dev ji karê xwe berda
Xalid Ezîzî: Di Rêkeftina Amerîka û Îranê de xelk Nehatiye Berçavgirtin