Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeka Wezareta Derve ya Amerîka kir  

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li cîgirê alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo karûbarên Iraqê kir.

Îro danê sibê, serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîka bo karûbarên Iraqê, David Copley û şanda pê re kir.

Di civînê de, ku konsolê giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê, Rob Waller jî amade bû, rewşa Iraq û Rojhilata Navîn her wiha pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hatin axaftin.

David Copley amadebûna Amerîka nîşan da bo pêşxistina zêdetir ya pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re, bi taybet di warê bazirganî û berhemanînê de. Li Herêma Kurdistanê û Iraqê derfetên baş bo bazirgan û sermiyandarên Amerîka hene.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî behsa karnameya kabîneya nehem ya hikûmetê kir û ragihand, yek ji pilanên hikûmetê ew e ku aboriya Kurdistanê heme cur bike û girîngiyek zêde bide çandinî û parastina berhemên hundir û hêsankariyê jî pêşkêşî şîrket û bazirganên biyanî bike.

Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî axivî û got, çareserkirina arîşeyên navbera her du aliyan gelekî girîng e û faktoreka girîng e bo aramiya rewşa Iraqê û Rojhilata Navîn.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê