Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nîrancan Ranasînga kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Sirîlanka li Iraqê kir.

Îro danê sibê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Sirîlanka li Iraqê Nîrancan Ranasînga û şanda pê re kir.


Balyozê Sirîlanka pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir bi helkefta ku bûye serokwezîrê Herêma Kurdistanê û jê re hêviya serkeftinê xwast.


Balyozê Sirîlanka her wiha behsa wê yekê jî kir ku sermiyandar û bazirganên Sirîlanka dixwazin li Herêma Kurdistanê kar bikin û da zanîn, di demek nêzîk de dê pêşangehek bo berhemên Sirîlanka li Hewlêrê were vekirin.


Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe bi dîtina sefîrê Sirîlanka anî ziman û ragihand, di bernameya kabîneya nû de girîngiyek mezin dê bi geşkirina aborî bi taybet çandiniyê were dayîn.


Mesrûr Barzanî her wiha da xuyakirin, li Kurdistanê şert û rewş bo karkirina bazirgan û sermiyandaran gelekî baş û ew hez dikin pêwendiyên Kurdistan û Sirîlanka di wî warî de berfirehtir bibin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?