Serokên 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê belgeya 'Sîstema Parlamentariya Bihêz' îmze kirin

.

Her şeş partiyên opozîsyona Tirkiyê ku beriya niha li ser amadekirina belgeya vegera li sîstema parlamentariyê û betalkirina sîstema serokomariyê li hev kiribûn, îro 28ê Sibata 2022yan civîneke danasîna wê belgeyê li dar xistin û serokên 6 partiyan jî belge îmze kirin.

Serokên şeş partiyên opozisyona Tirkiyê îro li Enqerê civiyan û bernameya xwe ya hevbeş bi belgeya bi navê “Sîstema Parlamenteriyê ya Bihêz” ji raya giştî eşkere kirin.

Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroglu, Seroka İYİ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal piştî danasîna bernameya sîstema parlamentariyê ya hevbeş ew belge îmze kirin.

Di belgeya navborî de, tê xwestin ku sîstema serokomariyê ya niha ku Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê birêve dibe were hilweşandin û ji nû ve Tirkiyê vegerînin sîstema parlamentariyê ku erkên daraz, rêveberî û yasadanînê ji hev bên cuda kirin.

Di belgeya ku ji 23 rûpelan pêk tê de, di gelek warên rêveberiya Tirkiyê, dadwerî û yasayan de di çarçoveya vegerandina sîstema parlamentariyê de, guhertînên bingehîn hatine rêzkirin.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest