Serokê TBMMyê Kurtulmuş: “Zimanê dê weka şîrê dê helal e”

.

Serokê Meclisa Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş li bajarê Balikesirê li Mala Mamosteyan bi nûnerên civaka sîvîl û rûsipiyan re civiya û li ser gelek mijaran axifî û hem danûsitendina kir. Numan Kurtulmuş li ser miajara tevgerên ku heya niha li dijî milletê Kurd hatiye kirin de got:

“Çaxa red, înkar û asîmîlasyonê li pey me ma. Ti kes nikare zimanê dê (dayîkê) bike bahane û milletê bixe nav cudatiya siyasî. Zimanê herkesî weka şîrê diya wî lê helal e. Li Tirkiyê di civaka me de qismekî mezin birayên me yên Kurd in. Li ser nasnama wan zor û zahmetî qet nayê qebûlkirin.

Herkes xwedî mafe ku çanda xwe pêşde bibe û nasnama xwe qebûl bike. Em jî mecbûrin nasnamên cuda qebûl bikin. Lê qebûlkirina nasnamên cuda nayê vateya mirov cudatiyê bixe nav civakê, wan perçe bike an wan di derveyê civakê de bihêle.”

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin